All NewsTop

Hilberîna otomobîlên Îranê dê li Ermenistanê dest pê bike

Li gorî rapora IRNA`yê, bi piştevaniya Alîreza Peymanpak, serokê Rêxistina Pêşxistina Bazirganiyê ya Îranê, dê xeteke berhemanîna otomobîlên Îranê li Ermenistanê were vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku berpirsê Îranê û Cîgirê Wezîrê Aboriyê yê Ermenistanê Narêk Têryan li ser geşepêdana peywendiyên bazirganî, rêyên alternatîf ên derbasbûna kelûpelan û herwiha destpêkirina xeta hilberîna hevpar a alavên mal û elektrîkê gotûbêj kirin.

Peymanpak da zanîn ku yek ji mezintirîn hilberînerên otomobîlan ên Îranê plan dike ku li Ermenîstanê xeta hilberîna otomobîlan vebike.

Li gorî rayedarekî Îranî, şanda bazirganiyê ya Îranê ji bo vekirina navenda bazirganiya Îranê li Ermenîstanê di nîvê meha çirîa paşin de dê serdana Êrîvanê bike. Derbarê geşepêdana hevkariyên di navbera her du welatan de di warê madenan de jî berpirsê han got ku çêkirina rêya Sîsian-Qecaran gelekî girîng e ku di projeya Bakûr-Başûr de cih digire.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button