All NewsTop

Hefteya borî li Ermenîstanê 2 hezar û 329 bûyerên Covid-19 hatin tomarkirin

Li Ermenîstanê ji 29ê Tebaxê heta 4ê Îlonê 2 hezar û 329 haletên Covid-19ê hatin piştrastkirin.

Li gorî “Armenpress”ê, ev yek ji hêla Wezareta Tenduristiyê ya Ermenistanê ve hat ragihandin, ku bi giştî hejmara pêketiyan gihîştiye 436 hezar û 727 kesan, ji wan 423 hezar û 329 kes baş bûne, 8 hezar û 662 kes jî mirine.

Di heftiya borî de 243 nexweş sax bûn, 7 kes jî mirin.

Heya nuha, 3,016 nexweş ji ber nexweşiya coronavirus rast têne derman kirin.

Di nava hefteyê de 6 hezar û 736 test hatin kirin.

Hejmara giştî ya testan gihîştiye 3 mîlyon 191 200.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button