
Di 3ê îlonê de li bajarê Den Haagê “Festîvala Balyozxaneyan” ya kevneşopî pêk hat, ku balyozxane welat û çanda xwe, xwarin û vexwarinên xwe pêşkêş dikin.
Weke ku Balyozxaneya Ermenistanê li Holandayê ragihandiye, derdora 55 balyozxane û rêxistinên navdewletî beşdarî festîvalê bûne, ku di nav wan de pavilyona Ermenîstanê bi pirbûna xwarin û şerabên kevneşopî yên pêşkêşkirî diyar bû û di nav çend deh hezaran mêvanan de daxwazek mezin bû.