All NewsTop

STARMUS dest pê dike. Festîval platformeke ku zanist, perwerde, huner û teknolojîyê dike yek

Li Ermenîstanê festîvala “STARMUS VI. 50 Years on Mars” 5-10 Îlonê û ji bo 50-emîn salvegera daketina yekem a stasyona fezayê ya Mars 3 li ser Marsê ye. Hêjayî gotinê ye ku Mars 3 bi robota Prop-M ya endezyarê navdar ê ermenî Alêkandêr Kêmûrjîan ve bo Gerstêrka Sor hat veguhestinê.

Zanyarên navdar ên cîhanê, xelatgirên Nobelê, astronot, muzîkjen û hunermend berê xwe didin Ermenistanê. Festîval platformek e ku kesayetên zanist, çand û hunerê digihîne hev û di çarçoveya wê de mêvan zanîn, serpêhatî û keşfên xwe yên herî dawî bi formatên ku ji raya giştî re têne dîtin pêşkêşî raya giştî dikin.

Festîvala navdar a cîhanê ya STARMUS ku bi Stîvên Hokîng, Brayan Mêy, Alêksîs Lêonov û navên din ên navdar ên cîhanê ve girêdayî ye, ji sala 2011-an ve tê li dar xistin û zanist, perwerde, huner û teknolojiyê li hev dike.

Festîval ji aliyê stêrfîzîknas Garîk Îsraêlyan û stêrfîzîknas Brayan Mêy, gîtarîstê koma efsanewî “Queen” ve hat damezrandin. Yekbûna wan li dora yek platformê dihêle ku pirsgirêkên dema me ronî bikin û çareseriyan nîqaş bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button