All NewsTop

Paşînyan dê li Vladîvostokê beşdarî rûniştina giştî ya 7emîn Forûma Aborî ya Rojhilatê bibe

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dê li Vladivostok beşdarî rûniştina giştî ya 7emîn Foruma Aborî ya Rojhilatê ya bi mijara “Ber bi cîhanek pirpolar” a ku dê di 7ê Îlonê de bi beşdariya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokên dewletên din  were lidarxistinê. Di nava rojê de, hevdîtinên dualî yên di navbera Vladîmîr Pûtîn û rêberên biyanî yên ku ji bo Foruma Aborî ya Rojhilat 2022 hatine vexwendin jî têne plan kirin. Li ser mijarên girîng ên rojeva dualî û herêmî dê danûstandina nêrînan bê kirin. Li gorî Armenpressê, ev yek ji hêla malpera fermî ya Krêmlê ve hatî ragihandin.

Li gorî çavkaniyê, serokên Myanmar, Mongolya, serokê parlemana Çînê, serokên Hindistan û Malezyayê jî bi rêya lînka vîdeoyê dê beşdarî civînê bibin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button