CultureTop

The Show Must Go On: Brayan Mêy û Serj Tankyan wê l ser sehneya STARMUS performansek bêhempa pêk bînin

Nava çend rojan de Ermenîstan de wê festîvala zanist û muzîkê ya STARMUS bê derbaskirin. Festîvala, ku li kompleksa werzîş û konserê tê derbaskirin, formata xwe de yeke.

Li gorî “Armenpress”ê, hev-avakarê festîvala STARMUS, stêrfîzîknas Garîk Îsraîlyan axaftina xwe ya rojnamevanan re piştrast kir, ku tiştê ku em ê li Ermenîstanê bibînin, tu welatekî din de nabînin.

Wî da zanîn, ku eger her sal welatên cuda festîval û çalakiyên cuda yên muzîkî, werzîşî yan jî yên din bi heman formê têne organîzekirin, wê demê STARMUS yekta ye û nayê dubarekirin. Mijar u pirsên, ku çarçoveya festîvala wê salê de tên nîqaşkirin, tenê yek in û vê carê jî ji Ermenîstanê re derfeteke bêhempa hate dayîn ku festîvalê bike.

Îsraîlyan balkişand ser bûyerên pêşerojê û destnîşan kir, ku ji bilî dersan , gotûbêjan , du konserên mezin tên plankirin.

Di nav wan de, wî konsera Brayan Mêy, hev-damezrînerê festîvalê, gîtarîstê koma efsanewî ya Queen, destnîşan kir, û bal kişand ser pirsek pir girîng. Mêy hemû festîvalên STARMUS de yek an du performansa pêk aniye, lê Ermenîstanê wê 5 an jî zêdetir performansê wê hebin.

Brayan Mêy wê strana Queen “The Show Must Go On” bi pêşekvanê System of a Down Serj Tankyan pêk bîne. Beşa muzîkê ya festîvalê de jî wê ji bo profesîonalê dudukê yê cîhanê Jîivan Gasparyan rêz bê girtin. Îsraîlyan bêyî vekirina kevokan anî ziman, ku gelek surprîzên balkêş benda beşdarên festîvalê ne.

Îsraîlyan got, ku ders, konser û gotûbêjên sereke wê Kompleksa werzîş û konserê bên derbaskirin , ku amadekarî berdewam in.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button