
Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan serdaneke xebatê çû Brukselê. Ev yek ji aliyê Ofîsa Serokwezîrê Komara Ermenîstane ve hat ragihandin.
Biryar e, îro li Brukselê de, navbera Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşêl û Serokomarê Komara Azerbaycanê Îlham Alîyev de civîneke sê alî were derbaskirin.