All NewsTop

Sererkanê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ermenîstanê beşdarî merasîma bidawîkirina lîstikên leşkerî yên navneteweyî bûye

Di 27ê Tebaxê de, Serokê Sererkaniya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ermenîstanê, Cîgirê Yekem yê Wezîrê Parastinê, Orgeneral Êdward Asryan li qada perwerdehiyê ya “Alabîno” ya li nêzîkî Moskowê, li qonaxa dawî ya pêşbirka “Tank Bîatlon” ku di çarçoveya Lîstikên Artêşa Navneteweyî de tê lidarxistin temaşe kirye.

Li gor ku ji Armenpressê re ji Beşa Têkiliyên Gel û Çapemeniyê ya Wezareta Parastinê ya Komara Ermenîstanê re hat ragihandin, Orgeneral Êdward Asryan jî çû serdana Mala Dostaniyê, li pavyonên ku dîrok û çanda dewletên beşdar ên Artêşa Navneteweyî temsîl dikin geriya. Lîstik, bi leşkerên Ermenî yên ku beşdarî pêşbirka “Tank biatlon” bûn re hevdîtin û sohbet kirîe.

Li gor çavkaniyê di dawiya vê rojê de Sererkan Êdward Asryan beşdarî di merasima bidawîkirina 8 emîn lîstikên leşkerî yên navnetewî de û xelatkirina kesên serkeftî kir. Îsal, tîma Hêzên Çekdar ên Federasyona Rûsyayê bû serketî ya pêşbirka Tank Biathlon û Lîstikên Artêşa Navneteweyî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button