All NewsTop

Meclîsa Şengalê: Dibe ku cardin dewleta Tirk êrîş bike

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, diyar kir ku ji 22’yê Tebaxê heta bi niha li ser herêmê firînê keşfê tên kirin û anîn ziman ku dibe êrîşên nû pê bibin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi daxuyaniyekê bal kişand ser liv û tevgera balafirên dewleta Tirk a li ser asîmanê Şengalê û diyar kir ku metirsiya êrîşên nû yên hewayî li ser Şengalê hene.

Daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokartîk a Şengalê ya li ser mijarê wiha ye;

“Di vê meha Tebaxê de ku civaka me rastî fermanan hatiye de, ji ber êrîşên  dewleta Tirk a dagirker me gelek pêşeng ji dest dane. Di vê mehê de dewleta Tirk a dagirker liv û tevgera xwe ya hewayî li ser Şengalê zêde kiriye. Taybet ji 22’yê Tebaxê ve bê navber balafirên bêmirov yên dewleta Tirk bi berdewamî û hin caran balafirên şer li ser Şengalê digerin. Em ji raya giştî re didin xuyakirin ku ji pêkhatina her êrîşeke hewayî ku gelê me û hêzên me yên parastinê bike hedef, hikûmeta Iraqê berpirsyar e. Ji dema peymana 9’ê Cotmehê heta bi niha Iraqê bi hinceta pêkanîna peymanê bi sedan leşkerên xwe li Şengalê bi cih kirin. Lê wan heta niha ji ber êrîşên hewayî dengê xwe nekiriye û nekariye Şengalê biparêzin.

Di bin serweriya Hêzên artêşa Iraqê de dewleta Tirk êrîşê ser Şengalê dike. Seîd Hesen, Zerdeşt Şengal, Merwan Bedel û bi dehan hevalên me li ser axa Iraqê hatine hedef girtin. Ruxmê ku ev hevalên me ji bo parastina Iraqê kar û xebata dane meşandin, lê Iraqê li hemberê hedefgrtina wan bêdeng maye. Heta niha li Şengalê gelek caran cihên sivîlan hedef hatine girtin û heta zarokên biçûk şehîd bûne. Ev bêdengiya Iraqê jî dibe sedema dubarebûna van êrîşan.

Em bang li Konseya Ewlekariya Navneteweyî dikin ku ji bo parastina civaka Êzidî ji êrîşên dewleta  Tirk bi erka xwe rabe, rê li ber van êrîşan bigire û sinorekî ji bo binpêkirinên dewleta Tirk dayne.”

Nûçeyên ANF’ê radigihîne

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button