All NewsTop

Hinardekirina Îranê ji bo Ermenistanê ji sedî 37 zêde bû. Balyozê Îranê li Ermenistanê

Ababs Zohûrî di hevdîtina digel endamên şandeya bazirganiyê ya parêzgeha Zanjanê ya Îranê li Êrîvanê de gotîe: “Em Ermenîstanê, ji bilî bazarê bi xwe, bi welatên din re, ku di nav wan de Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê, Yekîtiya Ewropayê jî heye, wek pireke ragihandinê ya pir ewle, pêbawer û bihêz dibînin.”

Li gorî nûçeya Parstoday.comê, balyoz destnîşan kir ku şert û mercên hinardekirina li Ermenîstanê pir baş in, balyoz destnîşan kir. Tarîfa tercihanî ya ku di navbera Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê û Ermenîstanê da ji 6000 heta 7000 berheman hatiye danîn, firsendê dide me ku em li bazarên welatên endam bibin xwedî.

Ababs Zohûrî  diyar kir ku siyaseta dewleta 13 ya Îranê berfirehkirina hevkariyên bi taybetî bi welatên cîran e û Balyozxaneya Îranê li Ermenistanê amade ye di vî warî de bi awayekî berfireh bi aktorên çalak ên aborî re hevkariyê bike.

Balyozê Îranê bazara Ermenistanê bi hevrikî wesif kir ku bi pîvanên bilind û gavên pîşeyî dikarin têkevin wê bazarê. wî zêde kir. Kirrûbirra bazirganiya dualî zêde bûye û gihîştiye 560 milyon dolarî û rayedarên Ermenistan û Îranê bi niyaz in ku vê bazirganiyê bigihînin 1 milyar dolarî.”

Balyozê Îranê yê li Ermenîstanê amaje bi 10 milyon dîasporayên Ermenî jî kir. Şîrketên Îranî dikarin derfet û lobiya Ermeniyên li derve ji bo zêdekirina hebûna berhemên xwe li bazarên welatên din bikar bînin.

Balyoz Zohûrî got. “Di navbera Îran û Ermenîstanê de peywendiyên dîrokî û çandî yên gelek baş hene, di nav wan de dostaniya hezar salî, herwiha şehîd, pakrewan û azadîxwazên Ermenî yên di şerê Îran û Iraqê de.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button