All NewsTop

Di tîrmehê de ji sedî 19,4 mezinbûn. Rêjeya mezinbûna endeksa çalakiya aborî ya Ermenîstanê leztir bûye

Rêjeya mezinbûna çalakiya aborî li Ermenîstanê bileztir bûye. Di meha tîrmehê de li gorî heman meha sala borî endeksa çalakiya aborî ji sedî 19,4 zêde bû. Em vê yekê ji daneyên ku ji hêla Komîteya Îstatîstîkî ve hatine pêşkêş kirin hîn dibin. Di hezîranê de, nîşana çalakiya aborî 18,3%, di Gulanê de – 13%. Di warê bazirganiya derve de li gor heman meha par ji sedî 67,1 zêdebûnek hat tomarkirin. Îxracat hema hema du qat zêde bû, ji sedî 82,2 zêde bû, îthalat ji sedî 58,8 zêde bû.

Hêjmara hilberana pîşesaziyê ji sedî 13,7, qebareya avahîsaziyê ji sedî 16,8, rêjeya bazirganiyê ji sedî 21,3, qebareya karûbaran ji sedî 30,6, hilberîna elektrîkê ji sedî 15,6 zêde bûye.

Endeksa bihayê xerîdar ji sedî 9,3 zêde bû. Tenê endeksa bihayê berhemên pîşesaziyê ji sedî 2,2 kêm bûye. Bi giştî di meha kanûna pşîn -Tîrmehê ya îsal de nîşana çalakiya aborî ji sedî 13,1 zêde bû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button