All NewsTop

Amerîka hevserokê nû yê Koma Mînskê û Şêwirmendê Pilebilind yê Danûstandinên Kafkasyayê destnîşan kirîe

Wezîrê Derve yê Amerîka Êntonî Blînkên balyoz Phîlîp T. Rîkêr wek Şêwirmendê Bilind ji bo Danûstandinên Kafkasyayê destnîşan kir. Bi vê wesîleyê, Balyozê Rîkêr dê di vê heyama krîtîk de wek Hevserokê Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Amerîkî ya li Ewrûpayê  û serokatîya danûstandinan ji bo şanda Amerîkî bo danûstandinên Cinêvê ya Navdewletî bike.

“Amerîka pabend e ku alîkariya Ermenistan û Azerbaycanê bike da ku li ser çareseriyek siyasî ya demdirêj a pirsgirêka Qerebaxê muzakere bikin. Balyoz Rîker dê bi şirîkên xwe yên mîna Yekîtiya Ewropî re, û bi rola xwe ya wekî Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê li Ewropayê Hevserokê Koma Mînskê, ji bo hêsankirina diyaloga rasterast di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, bi awayekî dualî tevbigere. Tayînkirina Balyozê Rîkêr di vê demê de girîngiya ku Dewletên Yekbûyî di Nîqaşên Navneteweyî yên Cenevreyê de li ser Gurcistanê dide dubare dike, “wezîr Blînkên di daxuyaniyekê de got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button