PoliticsTop

Yekîtiya Ewropayê piştgiriya pêvajoya reformên Ermenîstanê dike: Serokê heyeta YE li Ermenîstanê

Yekîtiya Ewropî piştgiriya proseya reforman li Ermenîstanê dike, bi taybetî di warên serweriya kanun û mafên mirovan de, ku ji bo hevkariya me girîng in. Serokê şanda Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê, balyoz Andrêa Vîctorîn, ev yek hevpeyvîna xwe de ji bo “Armenpress” re got.

Balyoz got, ku ew beşdar in nawa cîbicîkirina plana çalakiyê ya 2020-2022an de, ya ku ji Stratejiya Neteweyî ya Parastina Mafên Mirovan derdikeve û wê di dawiya vê salê de wê biqede.

“Em bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoyên dadwerî, dijî gendeliyê û reformên polîsan dibin. Beşa asayî ya bernameya desteka butçeyê ya ji bo reformên darazê ku zêdeyî 8 milyon euro ye, derbasî butçeya dewletê bû.

Ev yek nîşaneya kalîteya karê yê, ku di pergala dadweriyê de tê kirin. Ji aliyê saziyên Ewropî ve biryara berdewamkirina hevkariya di warê dadweriyê tê girtin, tenê eger hevkariya berê serkeftî bê nirxandin . Ev tê wê wateyê ku Ermenistan reformên soz daye pêk tîne:” got Andrêa Vîctorîn

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button