PoliticsTop

YE ji danûstandinên di navbera Ermenistan û Tirkiyê de çi hêvî dike?

“Armenpress” bi serokê şanda Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenistanê, balyoz Andrêa Vîctorîn re li ser çareserkirina peywendiyên Ermenistan û Tirkiyê, helwesta Yekîtiya Ewropayê li ser vê mijarê û îhtimala vekirina sînorê Ermenistan-Tirkiyê axivî.

Balyozê bal kişand ser wê yekê, ku Yekîtiya Ewropî her dem bi aktîvî piştgirîya proseyên asayîkirina peywendîyan dike. Li gorî wî, daxuyaniyên giştî hebûn û tekezî li ser wê yekê dikirin, ku YE piştgiriya destpêşxeriya danûstandinên rasterast di navbera Ermenistan û Tirkiyê de dike.

“Em hêvî dikin, ku ev yeke bibe sedema çareseriyekê. Xeverdana telefonê ya Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan û Serokkomarê Tirk Erdogan gaveke girîng bû. Yekîtiya Ewropayê bi salan aktîf bû û piştgirî da normalîzekirina têkiliyên Ermenîstan û Tirkiyeyê.

Em dixwazin pêşveçûnê bibînin, ji ber ku em bawer dikin ku ji bo gelan ew bikêr e û wê derfetên nû veke:” got Andrêa Vîctorîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button