PoliticsTop

YE alîgirê çareserkirina giştalî ya hemû pirsên girêdayî kêşeya Qerebaxye: Andrêa Vîctorîn

Yekîtiya Ewropa lihevkirina aliyên şer û çareseriyeke îstîqrar a pirsgirêka Qerebaxê re eleqedar e. Serokê heyeta Yekîtiya Ewropayê li Ermenistanê, balyoz Andrêa Vîctorîn, ev yek hevpeyvîna xwe de ji bo “Armenpress” re got.

Balyoz tekez kir, ku pêwîst e jîngeheke guncaw bê dabînkirin ku garantiya pêşketinê bike ji bo pêkanîna aştiya demdirêj li navçeyê. Andrêa Vîctorîn wê baweriyê de ye, ku vê çarçoveyê de ji bo vegerandina dîlên mayî, ji bo pêşketinên warê pûçkirina mayinan de û her weha lêgerîna windayan de divê hîn zêdetir xebat bên kirin.

“Em hemû hewldanên ji bo asayîkirina têkiliyên Ermenîstan û Azerbaycanê pêşwazî dikin û alîgirê çareseriyeke berfireh a hemû mijarên nakok in. Yekîtiya Ewropî bi tundî piştgirî dide danûstandinên peymana aştiyê yên niha û yên pêşerojê û hewlên lihevkirinê yên li ser mijarên sînoran, rakirina blokên peywendiyên li herêmê.

Ji dawiya şerê 2020’an ve em asta herî jor de , bi serokatya Serokê Konseya Ewropayê Şarl Mîşel ve tevlî pêvajoyê bûne. Ji bilî hewldanên mayîn, em birêkûpêkkirina peywendiyên Ermenîstan û Azerbaycanê weke armanceke girîng dibînin:” got Andrêa Vîctorîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button