
Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ji bo beşdarbûna rûniştina asayî ya Encûmena Navdewletî ya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê, 25ê Tebaxê, roja Pêşemê wê serdaneke karê here Komara Kirgizistanê: ev agahî ji aliyê Hikûmeta Komara Ermenîstanê ve Radar Armenia re hate ragihandin.
Em bibîrxin, ku ji aliyê hikûmetê ve peyamek hat belavkirin û tê de hat ragihandin, ku roja civîna asayî ya hikûmetê hatiye guhertin: wê îro, 24ê Tebaxê pêk were.