EconomicsTop

Ji YEyê veberhênanên mezin Ermenîstanê de tên hêvîkirin: Serokê heyeta Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê

Yekîtiya Ewropî, ligel Banka Ewropî ya Nûavakirin û Pêşketinê û Banka Ewropî ya Veberhênanê, amûrên darayî yên din, wek garantî an fonên tevlihev, bikar tîne da ku veberhênanên mezintir li Ermenîstanê ewle bike. Serokê şanda Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê, balyoz Andrêa Vîctorîn, ev yek hevpeyvîna xwe de ji bo “Armenpress” re got.

Wî got, ku aniha ew awayekî aktîf ser pêşvebirina hejmarek destpêşxeriyên girîng dixebitin. Yek ji wan jî ji bo piştgiriya karsaziyên piçûk û navîn e.

“YE bi bankayan re nîqaş dike ka em çawa dikarin ji bo avakirina rêya Bakur-Başûr alîkariyê bikin. Jixwe YE û Banka Ewropî ya Nûavakirin û Pêşketinê piştgirî dane lêkolîna têxnîkî ya vê projeya mezin. Piştre Syunikê projeyên me yên mezin hene.

Di çarçoveya yek ji wan de, ku hema hema di qonaxa dawî ya pêşveçûnê de ye, bi Banka Veberhênanê ya Ewropayê re, em ê piştgirî bidine vekirna du navendên Weqfa Zarokên Ermenîstanê (COAF) Syunikê de. Em vê yekê bi înîsiyatîfa ‘Tîma Ewropa’ ya YE’yê re dikin yek, wek piştgiriya ji bo şîrketên biçûk û navîn, parastina civakî û bernameyên curbecur li Syunikê pêk tên:” got serokê heyeta Yekîtiya Ewropayê li Ermenistanê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button