PoliticsTop

Civîna ser xêzkirina sînorê, navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, wê dawiya meha Tebaxê Moskowê de were derbaskirin

Civîna komîteyên xêzkirina sînor û pirsên ewlekariya sînor ên navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, wê dawiya meha Tebaxê Moskowê de were derbaskirin . Ev agahî ji aliyê ofîsa cîgirê serokwezîrê Komara Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan ve hate ragihandin.

Ofîsê diyar kir ku ji bo mijarên ku hatine avakirin niha rojeveke cuda nehatiye diyarkirin.

23ê Gulanê de serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan biryarek li ser avakirina komîsyonek ji bo ewlehiya sînor û xêzkirina sînorên dewletê yên di navbera Komara Ermenîstanê û Azerbaycanê de îmze kir. Serokê komîsyonê cîgirê serokwezîrê Komara Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan e.

24ê Gulanê de ser sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê hevdîtina pêşê ye Mher Grigoryan û Cîgirê Serokwezîrê Azerbaycanê Şahîn Mustafaev pêk hat.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button