PoliticsTop

Çalakiya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Qerebaxê ne li dijî aktorên din e: Serokê heyeta YE li Ermenîstanê

Yekîtiya Ewropî piştgirî dide pêşdebirina pêvajoya nakokiya Qerebaxê ya bin banê Koma Mînskê ya OSCE de. Serokê heyeta Yekîtiya Ewropayê li Ermenistanê, balyoz Andrêa Vîctorîn, ev yek hevpeyvîna xwe de ji bo “Armenpress” re got.

Li gorî balyoz, Yekîtiya Ewropî niha helwestek çalaktir girtiye ser xwe û rolek berçav dilîze. Di vê mijarê de bi taybetî jî şêwirmendî û serdanên asayî yên Serok ê YEyê Şarl Mîşel , Nûnerê Taybet ê YEyê yê ji bo krîza li Kafkasya Başûr û Gurcistanê Toîvo Klaar girîng in.

” Ev hewldan bi tu awayî ne ji bo pêşbaziyê ne, an jî li ne dijî aktorên din têne rêve kirin. Divê ez vê yekê destnîşan bikim, ji ber ku derbarê vê mijarê de gelek spekulasyon hene. Divê em behsa temamkeriyê bikin. Armanc sê hevdîtinên sêalî yên li Brukselê, piştgirîkirina çareseriyeka domdar bûn.

Di heman demê de, Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê Toîvo Klaar Sekreterê Konseya Ewlekariyê ya Ermenîstanê Armên Grîgoryan re û Şêwirmendê Serokomarê Azerbaycanê Hîkmet Haciyev re hevdîtinên di asta bilind de kir.

Ev navbeynkariyên asta bilind, kalîteya têkiliyan, ew tevkarîe, ku em dikarin ji vê dozê re bikin, û Yekîtiya Ewropî bi rastî pabend e ku hewildanên me di van formatan de bidomîne: ” got Andrêa Vîctorîn

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button