All NewsTop

Îro roja qebûlkirina Danezana Serxwebûna Ermenîstanê ye

Îro 32 saliya qebûlkirina Danezana Serxwebûna Ermenistanê ye.

Di 23ê Tebaxa 1990î de, Civata Bilind a Sovyeta Sosyalîst a Ermenîstanê Danezana Serxwebûnê ya ji 12 xalan pêk qebûl kir û bi vî awayî pêvajoya serxwebûna Ermenîstanê dest pê kir.

Yekser piştî pejirandina deklerasyonê, di 24ê Tebaxê de, li ser bingeha danezana “Li ser Serxwebûna Ermenîstanê”, Konseya Bilind a Komara Sovyeta Sosyalîst a Ermenîstanê biryar da ku navê Komara Sovyeta Sosyalîst a Ermenîstanê biguherîne Komara Ermenîstanê. Civata Bilind a niha ya kombûna duwazdehan wekî Desteya Bilind a kombûna yekem a Komara Ermenîstanê ye.

Daxuyaniya Serxwebûna Ermenîstanê ji aliyê parlamenter Aram Manûkyan ve hat xwendin.

Navê welat bû Komara Ermenîstanê û salek şûnda di 21ê Îlona 1991ê de Ermenistan bû dewleteke serbixwe.

Komara Ermenîstanê ji bo garantîkirina ewlekariya welat û nelirêtiya sînorên xwe, hêzên xwe yên çekdar, leşkerên navxweyî, saziyên dewletê û ewlehiya giştî di bin daraza Desteya Bilind de ava kir.

Di vê Danezanê de, Komara Ermenîstanê di hemû warên jiyana komarê de bikaranîna ermenî wek zimanê dewletê garantî kir, sîstema xwe ya perwerdeyê û pêşveçûna zanistî û çandî çêkir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button