Top

Pir girîng e, ku civaka navneteweyî Azerbaycanê neçar bike, ku xwe ji siyaseta paqijkirina etnîkî ser Artsaxê paşda bibe: Parêzvanê Mafên Mirovan ê Artsaxê

Pir girîng e, ku civaka navdewletî giraniya pirsgirêkên mirovî li Artsaxa piştî şer bihese û Azerbaycanê neçar bike, ku ji reftarên xwe êrîşkar û siyaseta xwe paqijkirina etnîkî ya li ser Artsaxê paşda bibe, ku ev dibe sedema alozbûna rewşa mirovî ya jixwe dijwar. Li gorî rapora “Armenpress”ê, ev yek ji aliyê Parêzvanê Mafên Mirovan ê Artsaxê Gêxam Stêpanyan, axaftina boneya 19’ê Tebaxê Roja Cîhanî ya Mirovahî de, hate gotin.

Di encama şerê ku 27’ê Îlona 2020’an de dijî Komara Artsaxê hate destpêkirin, welat krîzeke mirovî ya nedîtî derket holê: hezaran qurbanî û kêmendam, sivîl û zarok jî nav de, nêzîkî 40 000 kesên darê zorê ji cih û warên xwe derqetin, dîlên şer, hinek ji wan hîn jî bi awayekî neqanûnî Azerbaycanê da bin şert û mercên ne diyar de girtî ne. Pişt van statîstîkan kes, malbat hene ku jiyana wan bi tevahî têkçûye û çarenûsa wan bi tevahî ne diyar e.

Di 10ê çiriya paşin 2020an de bi ragihandina sêalî ya agirbestê qonaxa aktîf a şer bi dawî bû. Lê ew bû sedema binpêkirinên nû yên tund ên ewlehî û mafên mirovan ji aliyê Azerbaycanê ve, wek dîl girtina sivîlan û gefên kuştinê, bûyerên kuştina sivîlan (yên ku hîn bê ceza mane), wêrankirina qestî binesaziyên sivîl ji bo ku bibe sedema encamên mirovî yên giran, bûyerên tirsandina xelkê sivîl Artsaxê de, bi awayên cûrbecûr, bûyerên binpêkirina berdewam a agirbestê. Ev hemû di axaftinên giştî yên serokê Azerbaycanê de bi gotinên nefretê yên ku li ser asta dewletê li dijî Ermeniyan tên kirin.

Ji ber nepejirandina Komara Artsaxê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên navneteweyî ji bo lêkolînkirina binpêkirinên agirbestê, binpêkirina qanûnên navneteweyî û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî, seredana Artsaxê nakin. Tevî ku ji aliyê kesayet û rêxistinan ve piştgirî ji bo Artsaxê hatiye kirin, lê mixabin çend daxwazin ji bo rêxistinên mirovî yên navdewletî yên girîng re hewayê mane.

Pir girîng e, ku civaka navdewletî giraniya pirsgirêkên mirovî li Artsaxa piştî şer bihese û Azerbaycanê neçar bike, ku ji reftarên xwe êrîşkar û siyaseta xwe paqijkirina etnîkî ya li ser Artsaxê paşda bibe, ku ev dibe sedema alozbûna rewşa mirovî ya jixwe dijwar.

Di vê rojê de ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesan dikim, ku piştgirî dan kêşeyên mirovî yên heyî yên Artsaxê û ez careke din bang li hemû rêxistinên mirovî yên navdewletî dikim ku îrade û derfetên xwe ji bo sivikkirina êş û azarên gelê Artsaxê kem bikin:” axaftinê de tê gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button