CultureTop

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî Ermenîstanê de û Festîvala Navneteweyî “Starmus VI Armenia” peymanek lihevkirinê îmze kirin

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî Ermenîstanê de û Festîvala Navneteweyî “Starmus VI Armenia” peymanek lihevkirinê îmze kirin.

Li gorî vê memorandumê, Neteweyên Yekbûyî bû rêxistina hevpar a festîvala STARMUS VI ya Ermenîstanê de. Ev tê wê wateyê ku hevkar wê warê populerkirin û ragihandina zanistê li Ermenîstanê de bikevin nava hewldanan. Hevkar dê hewl bidin ku armanca sereke ya festîvala STARMUS piştrast bikin: îlham, perwerdekirina nifşek lêkolîneran û ji nû ve vedîtina xwesteka keşfê.

Festîval ji 5 heta 10ê Îlona 2022an wê li Ermenîstanê sernavê “STARMUS VI: 50 sal li ser Marsê” bê derbaskirin û ji bo 50emîn salvegera daketina nerm a yekem a îstasyona fezayê ya Mars 3 ya li ser Marsê were kirin.

Di bernameya festîvalê de rêze kongre û konferans, gelek çalakiyên çandî, kampên zanistî hene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button