PoliticsTop

Şoygu û Papîkyan li ser xebatên aştîparêzên rûsî li Artsaxê xeverdan

Wezîrê Parastinê Rûsyayê Sêrgêy Şoygu roja Sêşemê bi Wezîrê Parastinê Ermenîstanê Surên Papîkyan re, di çarçoveya 10emîn Konferansa Ewlekariya Navneteweyî ya Moskowê de, hevdîtin kir, ku behsa çalakiyên hêzên aştîparêz ên rûsî li Artsaxê hate kirin, RIA Novosti dinivîse.

“Tiştek me heye, ku em nîqaş bikin, mijarên kevneşopî hene, ku bi hevkariya me ya leşkerî-teknîkî ve girêdayî ne, û helbet pirsên girêdayî çalakiyên hêzên me ên aştîparêz, ku li Qerebaxê kar dikin. Em jî wek we di wê baweriyê de ne, ku faktora sereke ya aramkirinê, agirbesta li ser xeta têkiliyê ye:” di dema danûstandinan de got serokê beşa leşkerî ya Rûsyayê

Surên Papîkyan destnîşan kir ku eva civîna, ji serê salê û vir ve ya dudane û ev yek jî asta bilind a hevkariyên dualî yên ermenî û Rûsyayê nîşan dide.

“Ev civîn me re pir girîng e. Em asta bidestxistî ya hevkariya Ermenî-Rûsyayê û herwiha rola hebûna Rûsyayê li Başûrê Kafkasyayê bilind dinirxînin:” got Wezîrê Parastinê Ermenîstanê Surên Papîkyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button