SocietyTop

Li gor texminên ewil, beriya teqînê li Surmaluyê 4 ton madeyên teqemeniyê hebûne: Wezîrê Rewşên Awarte

Li beşê avahiya navenda bazirganiyê ya “Surmalu”yê, ku ne hilweşiyayî e, xebatên lêgerîn û xilaskirina welatiyan dewam dikin. Li gorî “Armenpress”ê, Wezîrê Rewşên Awarte Armên Pambûkhçyan axaftina xwe ya li gel rojnamevanan de ev tişt got.

“Niha ger hewce bike li hinek cîhan xebatên sarkirina qismî têne kirin. Xirbeyên kombûyî tên barkirin, veguheztin û di heman demê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî têne kirin:” got wezîr.

Li gorî Armên Pambûkhçyan, piştî bidawîbûna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, wê pirsa hilweşandina beşa mayî ya avahiyê were gotûbêj kirin.

Wezîr li ser pirsa, gelo dibe ku hê jî li jêrzemînan, cihên depokirinê madeyên teqemeniyê hebin, got ku 50-60’ê% herêmê hatiye paqijkirin û eger madeyên bi vî rengî bûna, wê heta niha bihatana dîtin.

Wezîr her wiha got, “Li gorî texmînên, destpêkê, beriya teqînê 4 ton hebûn.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button