CultureTop

Dilxazên Ermenî wê taybet bin: Hev-avakarê STARMUS cihalan re hevdîtin kir

Di çarçoveya festîvala navneteweyî ya STARMUS VI de ku wê navbera 5-10’ê Îlonê de li Ermenîstanê bê derbaskirin, astrofizîknas Garîk Îsraîlyan ku hev-avakarê festîvalê ye, bi dilxwazan re hevdîtin kir, fikir û îmkanên festîvalê pêşkêşî wan kir. Li gor “Armenpress”ê, Garîk Îsraîlyan di destpêkê de spasiya xwe da dilxwazan re, ku xwe tomar kirine û daxwaza xwe bo beşdariya di festîvala STARMUS VI de diyar kirine.

Hev-damezrênerê festîvalê ji cihalan re piştrast kir, ku hefteyek pir balkêş û berhemdar li benda wan e.

“Di hemû festîvalan de her tim dilxwazên me hebûn, lê dilxwazên herî taybet wê dilxwazên Ermenîstanê bin, di vê yekê de gumana min tune. Çima, ji ber ku zanyarên bi vî rengî belkî cara pêşê tên e Ermenîstanê. Wê ji bo we pir balkêş be, ku hûn bibînin ka hûn ê bi kê re bixebitin.

Li Ermenîstanê, taybetî van salên dawî de, ji ber şer, pirsgirêkên siyasî û qada medyayê ya polîtîzebûyî, ji bo cihalan pir zehmet e ku bala xwe bidin ser tiştekî. Ger cihal hene, ku tevî van hemû aloziyan , eleqedar bûne û dixwezin beşdarî vê festîvalê bibin, alîkariya me bikin, ji bo min gelek û gelek girîngtir e ji wê yekê, ku festîval welatekî din ê Ewropayê bihata derbaskirin. Hebûna cihalên wiha şert û mercên Ermenîstanê de hêviya guhertinan dide min:” axaftina xwe ya bi “Armenpress”ê re got Îsraîlyan.

Astrofizîknas hêvî dike ku STARMUS nav cihalan de eleqeya ji bo zanistê zêde bike û her wiha Ermenîstanê jî festîvalên vî rengî ên nû bên derbaskirin.

Îsraîlyan tekez kir: “Bila STARMUS bibe sedema guhertina helwesta li hember zanistê Ermenîstanê de.”

Koordînatora dilxwazan a festîvala STARMUS VI Dîana Balasanyan got, ku ji 16ê Tebaxê ve wê rêze perwerdeyê dilxwazan re dest pê bike, da ku derbarê festîvalê de nêrînek pir baş hebe û ji festîvalê re amade bin.

“ Ji hemû zanîngehên Ermenîstanê 180 dilxwazên me hene. Kesên ku baş zanin Îngilîzî , beşdar dibin, ji ber ku STARMUS festîvaleke naneteweyî ye û em tîmeke navneteweyî re dixebitin. Helbet divê dilxwaz jî zanistî, hunerî re eleqedar bin.

Dilxwaz wê bi axaftvanan re û bi taybetî biyaniyan re bibin alîkar. Ew wê alîkarya wan mirovan bikin,ku wê pirsên wan hebin. Cihal wê li ser sehnê û kampa STARMUS de bibine alîkar.

Dilxwaz ոê teşwîqên cûrbecûr bistînin, lê ez difikirim ku teşwîqa herî mezin ew e, ku ew ê karibin festîvalê ji hundur ve bibînin, hem jî wê karibin hemî zanyariyên ku STARMUS pêşkêşî dike fêr bibin,” got Balasanyan

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button