All NewsTop

Vladîmîr Pûtîn têkildarî teqîna “Sûrmalû”yê têlgrafa serxaşîê ji Nîkol Paşînyan ra şandîe

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn têkildarî teqîna li navenda bazirganiyê ya “Sûrmalû”yê têlgrafa serxaşîê ji Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ra şandîe. Li gorî agahiyên “Armenpress”ê, têlêgrama Vladîmîr Pûtîn li ser malpera fermî ya Krêmlîê hatiye belavkirinê.

“Birêz Nîkolê Vova, ji ber mirina mirovên di encama şewata ku li navenda li bazirganiyê ya Erîvanê qewimî de, sersaxiyên xwe yên kûr radigihînim.

Ji kerema xwe hevxemiya xwe û piştevaniya xwe ya kûr bi malbatên qurbaniyan ra ragihînin û ji bo hemû qûrbaniyan jî hêviya başbûnê dixwazim. Bi rêz, Vladîmîr Pûtîn, “gotîe bi têlêgramê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button