All NewsTop

“Şerê Hîbrîd” li dijî Ermenîstanê. dema ku armanc tevgera gel e

Trajediya navenda danûstendinê ya Sûrmalûyê û dû re jî hişyariyên derew ên danîna bombeyan, êdî qada siyasî û analîtîk neçar kiriye ku qala “şerê Hîbrîd” bike.   Gelek kes di wê baweriyê de ne ku bûyerên vê dawiyê yên li Ermenîstanê parçeyek ji “şerê Hîbrîd” ye. Li Ermenîstanê jî, bi salan di wê baweriyê de bûn ku teknolojiyên wiha li dijî Ermenîstanê tên bikaranîn.

Heta niha kesî karesata navenda kirîn û firotinê ya Surmaluyê weke êrîşeke terorîstî bi nav nekiriye, lê bûyerên beriya wê û piştî wê, bi taybetî jî alarmên derew ên danîna bombeyan, ji niha ve bi rengekî eşkere binavkirine. Nîşaneyên cihêreng ên girtina civakê di nav tengezariyek domdar de navek zelal heye: “şerê Hîbrîd”.

Serokê Partiya “Seva Komarê”, Parlamenterê berê Arman Babajanyan di peyama serxaşîê ya partiyê de bi zelalî dibêje. “Şerê hîbrîd li dijî Ermenîstanê dê demek dirêj berdewam bive, ji ber ku şerê cîhana sêyemîn a hîbrîd dê demek dirêj berdewam bive, dema ku hemî hêz li dijî her kesî bûne û her kes li pişt her kesî bûyr.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button