All NewsTop

Komîteya lêkolînê ya Ermenîstanê bi çalakiyên lezgîn li ser rewşa teqîna li “Sûrmalû”yê lêkolînê dike

Di çarçoveya lêpirsîna sûc de ku di çarçoveya bend 357, beşa 2 û xala 358, beşa 2 ya Qanûna Ceza ya Ermenîstanê de, di beşa lêpirsîna sûcên giran a Daîreya Lêpirsînê ya bajarê Yêrêvanê ya Lêkolînê de hatiye destpêkirin. Komîteya Ermenîstanê, ji bo ku hemû şert û mercên teqîna ku li navendê pêk hat bên ronîkirin, li dijî bazirganiya “Sûrmalû”yê xebatên îdarî û lêpirsînê yên lezgîn û mezin tên kirin. Li ser vê yekê “Armenpress” ji aliyê Komîteya Lêkolînê ya Ermenistanê ve hat agahdar kirinê.

Em dixwazin zêde bikin ku di encama teqîna ku di 14ê Tebaxa 2022an de di derdora sehata 13.30an de li navenda bazirganiyê ya “Sûrmalû” ya ku li ser Cadeya Arşakûnyats 15 ya Êrîvanê pêk hatîr di vî demê 7 kesan hatin kuştinê û zêdetirî 50 welatî jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên bi dest ketine, di encama teqînê de zerar dîtine pavyonên li ser xaka navenda bazirganiyê, ziyan gihîştiye avahiyên cîran û otomobîlên parkkirîe. Heya niha ekîba lêkolînê li cihê bûyerê xebatên xwe didomîne, lêpirsîna zêdeyî 20 welatiyan hat kirin, lêkolînên guncaw hatine kirinê.

Di peyamê de hat gotin, “Nasnameyên karsaz û xebatkarên ku li qada navenda bazirganiyê dixebitin diyar bûn, ji bo saziyên lêkolînê peywir hatin dayînê.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button