
Di encama teqîna li navenda bazirganiyê ya “Surmalu”yê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 16an. Li gorî “Armenpress”ê, ev yek ji hêla Wezareta Rewşên Awarte ve hat ragihandin.
Di peyama wezaretê de hat ragihandin ku ji roja 16ê Tebaxê saet 08:12ê ve xebatên vemirandina agir û lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in. Nasnameyên 10 ji 16 qurbaniyan hêj nehatine zanîn. Di nav wan de jinek ducanî û zarokek biçûk jî heye.