PoliticsTop

Di encama gurbûna şer û pevçûnên sala 2020’an de 303 kesên ji Ermenîstanê jî winda ne

Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor agahiyek li ser xebatên ku di nîvê yekem a îsal de hatine kirin belav kir. “Zêdetirî 1450 telefon û serdanên alyê malbatên windayan li heyeta Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor li Ermenîstanê kirine. 4 malbatan ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bên dîtin serî li Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor dan. 12 malbatan aqûbeta xizmên xwe dîtin.”

Her wiha tê gotin ku nêzî 600 peyamên devkî, dengî û nivîskî yên Xaça Sor ji malbatên kesên ku ji ber şer û pevçûnan girtî ne hatine şandin. Tê gotin ku Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor serdana kesên girtî dike, ji bo danîn û domandina têkiliya bi xizmên wan re dibe alîkar.

Îsal 30 saliya hebûna Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor li herêmê ye. Ji sala 1992-an vir ve, Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor li herêmê têkildarî şerê Artsaxê çalakiyên mirovahî pêk tîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button