
K’oma mihrîcana ST’ARMÛS-êye ort’emiletîyêye ö’lmîye t’eþkîldarîyê- bi serk’arîya Art’ûr Martîrosyanê dewsgirtîyê wezîrê CE-êyî XÖ’MS wezareta Görcistanêye xwendinê û ö’lmda hatîye mêvanqebûlkirinê. Nûnû Mîskêvîça dewsgirtîya wezîrê Görcistanêyî XÖ’ t’ev hevalk’arê ermenî derheqa ferztîya mihrîcana ST’ARMÛS-êye ort’emiletîyêye ö’lmîda xeverdaye- bi vexwendina göhdarîyê ser mecalê t’evbûna ö’limdarê görc li mihrîcanê.
Bi gilîyê wê- kêrê wa xazma seva pêþdaçûyînva ö’limdarê cahil ferzin.
Wexta r’asthatinê isa jî Garîk Îsrayêlyanê endamê k’oma t’eþkîldarîyê, steyrkfîzîkos, h’emh’îmdarê mihrîcana ST’ARMÛS û Katêrîna Dênîkîna serk’ara mihrîcanê wexta r’asthatinê hazirbûne.
Art’ûr Martîrosyan û Garîk Îsrayêlyanê h’emh’îmdarê mihrîcana ST’ARMÛS, steyrkfîzîkos deheqa xevata govekê ö’lmê ort’emiletîyêda têr’adîtinêda salix dane Nûnû Mîskêvîçê. ST’ARMÛS fêst’îval Êdît’îonê 5-10-ê meha îlonê þeherê R’ewanêda wê bê derbazkirinê.T’êma mihrîcanêye îsalin eve- “50 sala ser Marsê” û ew p’êþk’êþî 50-salîya danîna r’esûltîya MARS 3-ye pêþin kirîye. Mihrîcana ST’ARMÛS dik’a p’evgirêdana ö’lmî û r’öh’darkirina ort’emijarîye ort’emiletîyêye.
Mihrîcan cara pêþin sala 2011-a tênêrîfêda (adê Kanarîyê, Îspanîa) hatîye derbazkirinê û pey wê yekêr’a welatê avropîye baþqe-baþqeda tê derbazkirinê.