PoliticsTop

Îranê derk’eve miqabilî her cêr’ibandineke göhastina sînor: sedrê welêt nav qisa t’ev P’aþînyan gilîyê Xamênêî anîye bîr

N. P’aþînyanê serekwezîr bi t’êlê t’ev Sêyêd Ÿbrahîm R’eyîsîyê sedrê CÎÎ qisekirîye. Pirsê derheqa pêþdaçûyînê neh’îyê û qezîyayê bêqezîabûnêda e’ne’nekirîye. Serekwezîrê CE derheqa delîvê xilazîyêye ser sînore navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda hûrgilî t’emsîlî sedrê Îranê kirine. H’emtêk’sta neh’îyêda  erêkirina meh’kemîyê û e’dlayê neh’îyêda N. P’aþînyan ferztîya t’am mîaserkirina p’evk’etitnê sêalîye 9-ê meha sala 2020-îye çirîya paþin, 11-ê meha k’anûna paþin û 26-ê meha sala 2021-êye çirîya paþine sêalî binxetkirîye.

          Sedrê Îranê bi paþdaveger’andina ser delîvê serte van r’ojê xilazîyê Qafqasîya Ce’nûbêda divin, e’lametîya Ayat’olla Xamênêîyê r’êberê înglaba Îslamîyêyî herîbilinde van xilazîya wexta r’asthatina t’ev sedrê Ûr’isêtê û T’irkîayê kirî anîye bîr, derheqa wê yekêda, wekî Îran pirsa sînorê xweyî neh’îya Qafqasîyayêda h’esîndare û wê derk’eve miqabilî her cêr’ibandineke göhastina wî

          Alîya isa jî fikir dora p’evgirêdanê döalî p’evgöhastîye, ferztîya meh’kemkirina wan binxetkirîye.

          N. P’aþînyan pêþdaçûyîna eleqetê ermenî-îranîva girêdayî r’azîbûn e’lamkirîye û daye k’ivþê, wekî Ermenîstan hazire bi îht’îmalî navr’aderbazkirina eþîyaye navbera herdö welata r’öh’darke û hevk’arîyê warê binxeleqada pêþda bive, nav wê hejmarê- bi t’erefê r’ê-dirba, ÿnêrgêtîk û din.

          Sedrê Îranê eleqetê herdö welata wesifkirine ê t’arîxî û k’ûr û lazmaya bilindkirina dereca hevk’arîya ermenî-îranîye meh’keme malhebûnîyê binxetkirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button