
6 mehê îsaline pêþinda- cimhöryetêda 96 h’ezar 535 erk’ sûka mal-milk’ê neh’ejokda hatne kirinê. Himberî maweya salê berîne e’ynî eva r’eqemnîþa herebilinde. Nav erk’a firotan t’ak’êþîyê dikin- 38,7%, paþê mîrat’, qeydkirina pêþ û gerewdanîn. Erk’ê h’îmlî mezîla û malê jîyînê, paþê xwelîyava girêdayîne.
Andranîk Harût’yûnov
Serwêrê qölixdarîya mal-milk’ê neh’ejok
“Çapiktî- ze’f aþkelaye, bik’ir’çîyê meye p’ir’hejmar hene, sûka çawa pêþin, isa jî dödada. Sûka pêþda pêþdanînê ze’f timalêmayînê hene, t’ivdîrê p’ir’hejmar hene, hila h’etta idî avakirin destpênekirî avayîda delîv divin, wekî 50-60%-ê mezîla idî meh’kemnivîsî divin. Sûka dödada jî dîsa çapike, t’evbûyê h’îmlî wet’enwarê meye ij welatê dereke hatinêne, gele-gelek dixwezin vira mal-milk’ê wan heve.
Bi gilîyê Arman Pêtrosyanê dewsgirtîyê serk’arê komîtêa kadastrê- fikira þaþ pêkhatîye, wekî erk’ê p’eydakirina mal-milk’ê neh’ejokda dereca ecnebîya mezine.
Arman Pêtrosyan
Dewsgirtîyê serk’arê komîtêa kadastra CE
“R’astîyê ne isaye, çimkî nîvsalîya sala 2022-aye pêþinda hindava ecnebîyada serîbinî 896 mal-milk’ê neh’ejok hatîye destanînê, k’îjan 3,3%-ê erk’ê t’emamîya k’ir’în-firotanêye û aþkelaye, wekî t’ö t’esîra wêye cehwerî ser çawa hejmara, isa jî zêdebûna qîmetaye cehwerî nikare heve.
Erk’ê k’irêkirinê angorî h’alnivîsara kadastrê kêmbûne, nenihêr’î wê yekê, wekî van mehê xilazîyê xazma tûrîstê ûr’ise bi hejmara mezin li vira erêbûne.
Arman Pêtrosyan
Dewsgirtîyê serk’arê komîtêa kadastra CE
“Sûka k’irêkirinê þikilê dörist dîharnake, çimkî p’ir’anîya mezîla û malê jîyînê komîtêa kadastrêda qeydkirina heqê erk’ê k’irêkirinêye dîwanî nastînin, h’erke t’emamîya erk’a ê k’irêkirina mezîla û malê jîyînê komîtêa kadastrêye dîwanîda bihatana qeydkirinê, erk’ê k’irêkirinêda r’astîyê zêdebûna meye diha cehwerî wê heve.
Qölixdarî jî binxetdikin- erk’ê k’irêkirinê zêdebûne, lê, çawa k’irêdar, isa jî k’irêkir naxwezin ewê bi qeydemeþa bi qanûnê têr’adîtî qeydkin.
–Andranîk Harût’yûnov
Serwêrê qölixdarîya mal-milk’ê neh’ejok
“Çimkî bi stendina qeydkirina dîwanî, çawa barê xerc zêdedive û ew h’îmlî tê ser k’irêkir, çimkî idî xwebahê mal-milk’ bilinddive, k’irê û ew byûrokratîya h’evekî gere sivikve, bal geleka seva niqobûna nav wan pirsa serÿþê pêþda tîne û dicêr’bînin idî yan bêy þertne’mê yan k’ese navbera k’irêçî û k’irêdarda navbera wanda þertne’me pêþda tê û isa dikin, seva wê gele r’eqem nikarin bêne xanê.
Bi qîmetkirina p’êþezana sûka mal-milk’ê neh’ejok bi t’arîxî t’imê pêþdaçûyîna welête malhebûnîyêva dengvedaye. Lê van salê xilazîyê sûka mal-milk’ê neh’ejok nisbetî sûka hîp’ot’êk’îyê h’esîndar bûye.
Narêk Karapêtyan
Xebîrê merk’eza “Ambêrd”-e îzger’îyê
“Yanî- eva h’îmlî pey qebûlkirina berne’ma veger’andina xercê k’arêr’a hatîye t’emaþekirinê, çaxê sûka hîp’ot’êk’îyê destpêkir carekêva çapikve û vê gavê nav qerza sêgmênta herezêdebûnêye- bi weke 30%-a himberî par h’ecma xercê hîp’ot’êk’îyê zêdebûye.
Pêþdabira erk’a R’ewana p’ayt’exte- bi 32,6%-a, pey wêr’a merzê Kotayk’ê, Araratê û Armavîrê tên. Komîtêa kadastrê ij sala 2001-ê sûka mal-milk’ê neh’ejok þirovedke û merzada heycar çapiktî t’exmîndive.
Arman Pêtrosyan
Dewsgirtîyê serk’arê komîtêa kadastra CE
H’erke we’deda 60-70%-ê erk’a þeherê R’ewanêda mîaserdibû û 30% her t’enê merzada, îro þikilê meyî bere’k’s heye, 30-35% þeherê R’ewanêda mîaserdive, 65-70% merzada, ev têndêns ez difikirim, pêþda diçin.
Beremberî hejmara erk’a fe’mdarîye, isa jî qîmetê mal-milk’ê h’ejok zêdedivin, Bi salixê nîvsalîya pêþin R’ewanêda 7,9% qîmetê ort’e, lê merzada 11,1% hatîye tênivîsarê.
Arman Pêtrosyan
Dewsgirtîyê serk’arê komîtêa kadastra CE
Hila hê em her t’enê zêdebûna hejmarê erk’a û zêdebûna qîmeta têdinivîsin, mêlkirineke din vê gavê em têdernaxin û em difikirin, wekî van mehê nêzîk ev têndênsê bêne xweykirinê.
Bi bawerîya serwêrê qölixdarîyê- r’ewac k’omekê dide sûkêda zêdebûna qîmeta, alîyê dinêva jî gere þewiþandinê dolar-dram bîrnekin.
– Andranîk Harût’yûnov
Serwêrê qölixdarîya mal-milk’ê neh’ejok
Çimkî, dîna xwe bidinê, avakirê p’ir’hejmar, çaxê t’ivdîra xwe kirine- h’esavkirine, wekî çaxê destpêdikin ewî avayî derxne firotanê- ij wê yekê salekê-döda pêþda t’ivdîr û heq-h’esavê wî divin. Bi kûrsekê h’esavkirine- bi baahê madeyê avakirinêyî dinê- niha meþêda madeyê avakirinê bihadive – qîmetê valyûtayê tê göhastinê- a lema jî wê yekêva girêdayî sûka pêþinda jî leca mezin û zêdebûna qîmet hene.
Vê gavê zêdebûna qîmeta ÿp’êce bilinde û angorî malhebûnnasa, sûk h’alê bêh’ed germbûyîdaye- ij demekê, çaxê qanûna paþdaveger’andina xercê k’arê p’ayt’extda e’melneke- hêdîbûnê destpêve.
Narêk Karapêtyan
Xebîrê merk’eza “Ambêrd”-e îzger’îyê “Sûka mal-milk’ê neh’ejok h’esavdive baromêtra malhebûnîyê- yanî- ew bi cûr’ê pêþdak’etinê derheqa pêþdaçûyînê malhebûnîyêda salixa dide û çaxê sûka pêþinda çapiktî wa zêdedive- eva h’esavdive, wekî xölese malhbûnêda hîvîdarîyê erênî hene û zêdebûna k’arêye berbiç’e’v heye- û eva, hilbet, qerzdayînêva girêdayîye.
P’êþezan bawerin- nîvsalîya pêþinda r’eqemnîþê qeydbûyî isa jî nîvê salêyî dödada wê ê pêþdaçûyînêvin, h’erke forsmajor nînvin, salê pêþber sûkêda zêdebûnê ya bûmêve.
Nîkolay Avêtîsyan- Hovhannês K’yûrk’çyan, salix-sûlix