EconomicsTop

Bona xweykirina wesfa r’ê-dirba barbir e’seyî gere bêne wezinkirinê          

Sala 2022-a h’ökömetê têr’a dîtîye cimhöryetêda xevata avakirina 500 km r’ê mîaserke. Bi meremê t’ezekirin-h’îmva t’ezekrinê îsal 60 mldr dram hatne berdanê.

K’rîstînê G’alêçyan

Dewsgirtîya wezîrê CE-î ST’B

“Xölese bi himberîhevkirina t’ev salê berîn berdanê fînansîyêye seva r’ê-dirba zêdedivin. Heynese, t’edbîrê xweykirina r’ê-dirbava girêdayî gere ne kö t’enê dîharkirinê, lê- betalkirinêva hinartîvin.

Layv hewa

Ser ÿkrana we p’areke ij avtor’iya Tat’êv-Ag’avnî-Qap’ane bi me’na cimhöryetîye. R’iya par çêkirî idî cî-cîya xiravbûye. Bi fikra p’êþezana pêþtirî me’nîyê t’ebyetî pirsgirêk isa jî ya nee’slîye. R’ê h’îmlî p’ara milê r’astê xiravbûyîne, k’îjan dide k’ivþê, wekî barbirê serbarbûyî- xazma havînê r’ê xiravdikin, dêformasîya dikin.

Aram Ag’ayan

P’êþezanê  bêqezîabûna transportîyêyî sereke ê Meqameta þeheravakirinêye bêqezîabûna têxnîkîyê û sûtmanêye midîrtîyê

P’ara r’iya T’at’êv- Ag’avnîda cöda gotî bi 60 tonna barber diçûn-dihatin. Cöda gotî destûra ê 32-40 tonna heye, k’a çi maþîneye.

Seva avakirina vê r’iya bedelî par h’ökömetê 8 mlrd 900 mln dram berdabûn, 43 km-ê r’iya 68 km-ê bi delîlî ij sifir hatine çêkirinê. Wezareta  serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa destpêkirîye p’arê r’iya ziyanêk’etî lêk’olînke, eþîanivîsarke. Bi salixê G’alêçyana dewsgirtîya wezîr seva t’ezekirina kîlomêtreke r’ê h’ökömet 100-130 mln drama xercdike.

K’rîstînê G’alêçyan

Dewsgirtîya wezîrê CE-î ST’B

“Mesele, h’erke ya barber gere lap zêde 7 tonna bê barkrinê, lê dewsê döbare serbarbûyîye, dêmek  lêk’olînkirinê ort’emiletîyê didine k’iþvê, wekî ziyana gihîþtîye r’ê ne kö dö cara zêdedive, lê- 16 cara. Yanî ziyana wê gele-gele cara zêdeye, ne kö, wekî em tînne ber ç’e’va,

T’er’ibandina heremezine h’etanî niha tênivîsî ya midîrtîyê 15-ê meha tîrmehê merza Armavîrêda e’yankiribû- mecala transportîyê wezna cayîz 60 tonna zêdetir derbaztirbibû- bi mîaserkirina barcîgöhastina 102 tonna.

Ÿdvard Hovhannîsyan

Marzpêtê Armavîrê

“Bi warê konkrêt cödakin û bêjin, a ev asfalt dest serbarbûnê yan bi me’nîyê din xiravbûye, nizam çi cödakirinê isaye mexsûs me nekirîye, çimkî lazmaya wê yekê t’inebûye. Me qîmetkirîye, wekî r’ê xiravdive û me’nîya wêye h’îmlî serbarbûne, a lema jî lazmaya mîaserkirina fermandarîya heman pêþda hatîye.

H’ökömet t’erefê ne kö t’enê dîharkirin, lê isa jî betalkirina delîvê hemanda dixevte, Her t’enê meha tîrmehê Syûnîk’êda Meqameta þeheravakirinêye bêqezîabûna têxnîkîyê û sûtmanêye midîrtîyê 20 barbir mêzînkirine, 12 delîvada heqt’er’ibandin e’yankirine, t’omerî 2,400,000 dram cirma fermandarîyê k’ivþkirîye. Bi salixê t’emamîya salê- k’anûna paþin-tîrmehê jî Syûnîk’êda ij mêzînkirina 31 barbira 14 ij ya têr’adîtî zêde bûne.

K’rîstînê G’alêçyan

Dewsgirtîya wezîrê CE-î ST’B

“A lema em difikirin cêr’ibandina qîmetkirinav ziyanêye here baþ bivînin- cema cavdarîya fermandarîyê wekî heye h’emçape- yan ne ziyana gîhandî.

R’ê-dirbê ziyanêk’etî niha têne t’ezekirinê. Bi meremê h’îmva t’ezekirina avtor’êyê bi me’na dîwanî-  h’ökömetê ij fonda k’îlerê weke 12 mlrd dram dane wezareta  serwêrîkirina t’opraxa û binxeleqa.

-Nîkol P’aþînyan

Serekewezîrê CE

Hevalk’arê bi qedir, em, hilbet, warê r’êavakirinêda xevata bi h’ecim mîaserdikin,. Lê em gere isa jî têbinvîsin, wekî wesfa xevatêva girêdayî me pirsgirêk safînekirine. Û t’imê, heycar wesfêva girêdayî problêm pêþda tên. Hilbet, hine delîvada sevevê t’amkirinê divin, k’îjan k’omekê didin.

Sevevê t’amkirinê bi bawerîya serk’arê h’ökömetê pirsa çûyîn-hatina barbiraye serbarbûîye. Qirara sîasîyê heye- e’seyî gere ösûla mêzînê r’ê-dirba hevin, pirsgrêk xazma ser r’ê-dirbê senaya k’ana xizmetdikin, tûje. Armavîrêda mesele ser r’ê-dirbê ÿlê Arak’s, Margara, Êrasxahûn, Vardanaþên maþînê serbarbûyî  qef pêþda anîne, ziyan gîhandine r’ê.

Art’ûr Asoyan

Serk’arê dîwnaxana ösûlkirina xevata meqametê midîrtîyê

Sirîya pêþinda dö mêzînê h’ejok hebûn, k’îjana bi þaxê cîgöhastinê miqatbûn p’arê h’îmlîye pirsgirêkpêþdaanînê- senaya k’anada mîaserdikir. Vê sirêda idî dö mêzînê statîk hatne destanînê.

Mêzîna h’ejok ij Syûnîk’ê niha anîne li merza Armavîrê. Cî heycar têne göhatinê- bi h’esavhildana cêr’ibandina avtoajoya, çaxê cîyê midîra pêdih’esin, hangava bi r’ê-dirbê bedelî, r’exvaderbazbûnê diçin-tên.

Aram Ag’ayan

P’êþezanê bêqezîabûna transportîyêyî sereke

Mecala transportîyê t’omerî 29,230 hatîye wezinkirinê. Yanî 3230 kg zêdebûye, 3 tonna bar zêde heye.

Avtoajo

Ev çi serhatîye, wê nehêlin  cime’t bixevte, bijî. Lê navêjne we nexevtin, lê zêde barnekin.

Avtoajo ij midîra gazindarin- e’detî wexta derk’etina ij k’anê nizanin-  wezna maþînê çiqase yan k’îjan maþînê  çiqasî dikarin barkin. Meqameta midîrtîyê careke din tîne bîra avtoajoya, malhebûnvana normê cimhöryetêda têr’adîtî tîne bîr.

Giranîya cayîze herezêde ya mecalê mêxanîkîyêye transportîyêye bi dö sör’nîya gere 18 tonnavin. Delîva 3 sör’nîyada- 25 tonna. Bi 4 sör’nîyê bi dö t’ekerê r’êkirinê- wezna barbirê bi cote t’ekeraye cayîze herezêde gere 32 tonna derbaztirnve. Delîva barbira bi 2 sör’nîya, r’exp’ara bi 3 sör’nîyada 40 tonna. Mecala mêxanîkîyêye transportîyêye bi sê sör’nîya r’exp’ara bi dö yan sê sör’nîya wezna cayîze herezêde gere 40 tonnavin.

T’ev mêzînê h’ejok seva mêzîna neh’ejok 9 t’erefê h’îmlî hatne têr’adîtinê. Mesele merza Araratêda r’iya M-2, ya R’ewan-Êrasx-Gorîs-Mêg’rî-sînorê Cimhöryeta Îranêye Îslamîyêye bi me’na navbera dewletada, merza Vayos Zorêda ser p’ara r’iya M-2-ye 110-130. Tê têr’adîtinê mêzîna meye 6 mêtr fire, 50 mêtr dirêje pe’n, bi r’ûyê bêtonkirî heve.

Nîkol P’aþînyan

Serekewezîrê CE

Werin, wexta kirinê em yekpel bi îht’îmalî ya herebaþ bikin, mesele heye, k’îjan divêje- “Ez ewqasî dewlemend nînm, wekî eþîya arzan bik’ir’m. T’imê bi k’ir’îna eþîyayê arzan- t’esîre, wekî r’êsûrsê me bêh’edin. Wexta kirinê yekpel ya baþ bikin, wekî ew pirs lez û bi cûr’ê fûndamêntal safîve.

Wekî pirs axirsongî safîve, t’ev mêzînê h’ejok û neh’ejok temê h’ökömetê heye isa jî mêzînê h’emzemanîye nisila  xilazîyêye sênsorîyê cîwarkin, delîva k’îjanêda barbirê hima wexta çûyînê bê  wezinkirinê- bêy sekinandin, salixê avtomat t’ehwîlî merh’elêvin, þaxê cêr’ibandinêyî pêþin îht’îmale îsal ser þimal-ce’nûbê  bidine xevatê.

K’rîstînê G’alêçyan

Dewsgirtîya wezîrê CE-î ST’B

Vê pirsêda em gere k’arêk’evin û têxnologîyayê herebaþ r’ik’inkin, çimkî ze’f ferze, wekî mecalê r’ik’inbûyî…  60 mîlîard ew seva Ermenîstanê byûcêya cehwerîyeû t’esîra cehwerî dikare ser r’êavakirinê û h’alê r’ê-dirba bihêle. Em gere k’efîlkin û bawervin, wekî ew mecalê dirêj qölixçî civakê bikin û heqbûyîne.

Hetanî mêzînê ÿlêktronîyê wê bêne xevtandinê. Sîsîanêda idî destbi xevata cîwarkirina niqitka wezinkirinêye bêh’ejok  kirine. Çendekî þönda t’emamîya barbirê wê r’êda derbazdivin, virhada e’seyî wê bêne wezinkirinê,

Hayk Navasardyan, Haykûþ Aslanyan, Ÿdgar Davt’yan û Hayk Pêtrosyn. Salix-sûlix

T’ercmekir û xwend- r’ojne’mevanê CE-yî emekdar H’esenê Me’mûd

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button