All NewsTop

Tîma satrancê ya Ermenîstanê, cîgirê şampiyonê olîmpiyatê

Tîma satrancê ya mêran a Ermenîstanê di 44emîn Olîmpiyada Cîhanê ya ku li Hindistanê hat lidarxistin de pileya duyemîn girtîe.

Di pêşbirka dawî ya 11emîn de tîma Ermenîstanê bi tîma Îspanyayê re hat hemberî hev û 2,5:1,5 bi ser ket. Gabrêl Sarkîsyan ji bo hejmara yekem a Ermenîstanê bi cilê spî bi Aleksey Şîrov re ket pêşbirkê û bi ser ket. Robêrt Hovhannîsyan, Manûêl Pêtrosyan û Hrant Mêlkûmyan maçên xwe wekhev bi dawî kirin.

Tîma Ermenîstanê 19 puan girt.

Tîma Ozbekistanê ku di vê dewrê de Holandayê têk bir û bi heman hejmara 19 pûanan wek şampiyonê Olîmpiyatê bi dest xist.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button