All NewsTop

Li Ermenîstanê bi Covid-19 dozên enfeksiyonê zêde dibin

Di navbera 1-7ê Tebaxê de 4115 test hatin kirin, 1849 haletên nexweşiya koronayê hatin tomarkirin.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Wezareta Tenduristiyê ya Ermenîstanê ragihand ku di heyama navborî de 2 haletên mirinê hatine tomarkirin.

Di 7 rojên dawî de hejmara kesên ku baş bûne 1352 ye. Niha 2161 welatî tên dermankirin.

Li Ermenîstanê di heyama şewbê de bi giştî 3 milyon û 165 hezar û 287 test hatin kirin, 428 hezar û 648 haletên nexweşiya koronayê hatin tesbîtkirin.

Hejmara kesên ku baş bûne 416 hezar û 161 e, 8 hezar û 637 welatî jî mirine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button