All NewsTop

Azerbaycanê 38 leşkerên Ermenî piştrast dike, aliyê Ermenî jî difikire ku divê di nava girtiyan de 26 leşkerên din jî hebi

Balyozê Ermenîstanê yê li Ûkraynayê Vladîmîr Karapêtyan di hevpeyvînekê de ligel televizyon û radyoya giştî ya Ûkraynayê, mijara girtiyên ermen ên şer ên li Azerbaycanê ne, anî ziman. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Vladîmîr Karapêtyan diyar kir ku Azerbaycan piştrast dike ku 38 leşkerên Ermenî dîl girtine û aliyê Ermenî jî di wê baweriyê de ye ku divê di nava girtiyan de 26 leşkerên din jî hebi.

Balyozê bal kişand ser wê yekê ku di asta herî bilind de lihevkirinek heye ku pevguhertina girtiyan ji bo hemûyan be.

Aliyê Ermenî hemû girtîan teslîm kirîe, heta sûcdara, ku di bin bendên bi temamî cuda de bi sûcê kuştinê hatin mehkûmkirinê.

Li gorî balyoz, aliyê ermenî delîlên pêwendîdar, tomarên vîdeoyî û herwiha şahidiyên girtiyên berê yên berê vegeriyane Ermenistanê, hene. 

Karapêtyan destnîşan kir ku aliyê Azerbeycanê di berdêla nexşeyên bi mayinan de beşek ji artêşa Ermenîstanê serbest berdaîe.

Balyoz diyar kir, ku “Wekî nîşana dilnizmî, serkirdayetiya Ermenîstanê nexşeyên erdên mayinkirî yên ku ji salên 90’î ve di destê me de bûn, ji salên şerê yekem ê Qerebaxê daye dayê Azrbêcanê.”

Dîplomat tekez kir ku nexşeyên hatine veguheztin bi awayekî berçav hejmara mirina bi mayînan kêm kiriye.

“Tevî ku Azerbeycanê bi awayekî eşkere û çendîn caran gazinde li ser hinek nerastiya van nexşeyan kiriye, lê piştî ku me ew nexşe şandine, hejmara teqînan gelekî kêm bûye û tenê yek an du kes mirine. Nexşeyên me pir rast in,- gotîe Vladîmî Karapêtyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button