PoliticsTop

Parlamenterên Amerîkî bang li rêveberiya Baydên kirin ku ji Azerbaycanê hesab bipirse

Marko Rûbîo, endamê Komîteya Têkiliyên Navdewletî ya Sênatoyê, Frank Palonê û Jêkî Spîr hevserokên grûpa dostanîya ermenîya bangên ji rêveberiya Baydên re kirin ku zextê li Azerbaycanê bike da ku Azerbaycan êrîşên li dijî Korîdora Laçîne ya Artsaxê rawestîne.

Endamê Meclisa Nûneran Palon di twîteke xwe de ku tenê çend demjimêran piştî êrîşa Azerbaycanê hat weşandin, destnîşan kir ku “Ev mînaka herî dawî ye ku çawa Alîyev bi daxwazên bêwate wek girtina Korîdora Laçînê gef li gelê Artsaxê dixwe. Ez bang li Wezareta Karên Derve û nûneratiya Amerîkayê ya di OSCE de dikim, ku van kiryaran şermezar bikin û ji bo rawestandina kiryarên xeternak ên Alîyev hemû amûrên dîplomatîk bikar bînin.”

“Alîyev wê êrîşên xwînrêj yên balafirên bê mirov dijî gelê Artsaxê rawestîne, tenê eger/dema ku Amêrîka pêşengtî û hêza xwe nîşan bide. Heta ku mijar bigihe maseya muzakereyê, yekser hemû alîkariyên Amerîkayê yên ji bo Azerbaycanê rawestînin”,-axavtian a xwe de got Jêkî Spîr.

“Zêdebûna tundûtûjiyê li Qerebaxê ya Ermeniyan, metirsîdar e. Divê Azerbaycan demildest dev ji vê pevçûnê berde û bi Ermenîstanê re ji bo dawîhatina aştiyane ya aloziyê bixebite:” Senator Marko Rubîo got.

Endamên Kongreyê Ketrîn Klark, Anna Êşyu, Raca Qrîşnamutrî tirsên bi heman rengî hene.

Rêvebirê ANCA Aram Abrahamyan li ser Facebook û Twitterê bang li platformên ANCA kir û bang li alîgirên azadiya Artsaxê kir ku gazî Qesra Spî bikin û ji Serok Baydên re bêjin, ku sizayan li ser Azerbaycanê bisepîne û radestkirina çek û alîkariyên Amerîkî ji rejîma hovane ya Alîyêv re rawestîne.

Li gorî wî, divê bacgirên Amerîkî destdirêjiya Azerbaycanê li dijî nifûsa ermeniyên xwecihî yên Artsaxê, fînanse nekin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button