TopWorld

Ji Êzdiyan re rêz bigirin , çîrokên wan ji bîr nakin

Beriya 8 salan civaka Êzidî ya aştiyane ya Şengalê rastî xerabiyeke ku nayê vegotin bu , ku jiyana wan her û her guhert.

Kenê zarokan veguherî qîrîna tirsê. Dengê bombe û çekan de daxwazên alîkariyê xeniqîn.Malbat bi zorê hatin veqetandin. Zilam û extiyar bi girseyî hatin gulebarankirin. Jin û zarok hatin revandin û di bin hovîtiyeke herî mezin a mirovahiyê de man.

Îro û her roj em hurmeta Êzdiyan didin, çîrokên wan ji bîr nakin. Em şehîdên xwe bi bilindkirina dengê wan bi hurmet dikin. Em 2 hezar û 800 jin û zarokên windayan bi rêzdarî bi bîr tînin û banga lêgerîn û xilaskirina lezgîn dikin. Em ji bo bîranîna windayan bi parêznameya ji bo demildest kolandina gorên komî bi rêzdarî bibîr tînin.

www.nadiasinitiative.org dinvîse

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button