EconomicsTop

Buhayê betlaneyê li Ermenîstanê çi ye?

Li Ermenîstanê îsal gelek geştyar hene. Û ne hêsan e ku meriv di mehên havînê de li li herêmên bêhnvedanê. yên Ermenîstanê cîhek azad peyda bike. Her wiha gelek Ermenî hene ku dixwazin betlaneya xwe li li herêmên bêhnvedanê li Ermenîstanê derbas bikin.

Radar Ermenistan mesrefa rûniştina yek-şevê li herêmên bêhnvedanê herî popularen li Ermenîstanê nîşa dide: Dilîjan, Tsaxkadzor, Jêrmuk û Sêvan.

Dilîjan, hem di mehên havînê û hem jî di mehên zivistanê de, yek ji cihên herî xweş ên geştyaran e. Li Dilîjanê nêzî 200 otêl û mêvanxane kar dikin. Bihayên li mêvanxanan ji 15 hezar dramî dest pê dikin û digihêjin 60 hezarî. Bihayên otêlan ji 25-30 hezar dramî dest pê dikin û digihîjin sînorê 100 hezarî.

Li Tsakhkadzorê ji 7 dehan zêdetir otêl û mêvanxane hene. Di vê demsalê de tûrîstek ji bo şevekê li mêvanxanan ji 12 hezar dramî, li otêlan jî ji 20- 25 hezar dramî dikare bide. Li Tsaghkadzorê jî otêl hene, ku li gorî qalîteya xizmet û karûbaran bihayê dayina şevekê ji sed euroyê derbas dibe.

Ji bo şevekî li mêvanxanan Jermûkê bi navînî 15-20 hezar dramî , li otêlan jî 25-30 hezar dramî dikare bibe. Bê guman, otêlên erzan hene, dîsa li gorî lênihêrîn, karûbar û mercên avahiyê ve girêdayî ye.

Di demsala havînê de Sevana bedewa şîn yek ji cihên ku ermenî û geştiyaran jê hez dikin e. Bi taybetî meha Tebaxê demeke îdeal e ji bo bêhnvedanê li Sevanê. Ji bo şevekê li otêlên Sêvanê bi navînî 20-25 hezar dramî dikarin bidin û bihayên mêvanxanan di navbera 8-20 hezar dramî de diguhere.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber çalakî û daxwaza geştiyaran bihayê otêl û mêvanxaneyan hinekî zêde bûye. Lê ji bo ku meriv bi tevahî rehet bibe, hêja ye, belkî meriv “piçek tengasiyê bide” berika xwe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button