All NewsTop

Têkiliya ferîbotê ya di navbera benderên Kafkas-Potîê de dê di meha Tebaxê de were destpêkirinê. Wezîrê Aboriyê yê Ermenistanê 

Wezîrê Aboriyê yê Ermenistanê Vahan Kêrobyan di axaftina xwe ya bi “Armenpress”ê da zanînê ku Têkiliya ferîbotê ya di navbera benderên Kafkasê-Potîê de dê di meha Tebaxê de were destpêkirin, bername dê di rojên pêş de were weşandinê. 

Li gorî Kêrobyan, ji bo destpêkirina peywendiya ferîbotê pêwîstî bi demeke zêdetir heye, lê bi gotina wezîr hemû pirsgirêk hatine çareserkirin. 

Bi gotina Vahan Kêrobyan  “Niha tenê mijara ku hîna divê li ser were lihevkirin ev e ku em ji bo her hilberek bi serhêl destûr werbigirin da ku bikarin barekî hilgirin.” 

Em bînin bîra xwe ku bi rêya ragihandina ferîbotê, veguhezkarên ermenî dikarin ji firsendê sûd werbigirin ku ji benderên Kafkas-Potî an Novorosîsk-Potî bi ferîbotan û ji wir jî barê bi rîa hesinî  bigihînin Ermenistanê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button