All NewsTop

Heta dawiya salê wê nuqteya kontrolê ya Larsê bi temamî bê avakirin. Li 13 rêyên heyî 12 rêyên din hatine zêdekirinê. cîgirê wezîr 

Armên Sîmonyan, cîgirê wezîrê îdarî û binesaziya Ermenistanê, pêşwaziya nûnerên mîsyona ermenî ya Banka Asîayê ya Pêşketinê kir, ku di nav wan de pisporê herêmî yê payebilind ê Banka Asîaya Pêşketinê Stîvên Allên jî bû. 

Li civînêda hazir bûnr Serokê Komîteya Hewayî ya Sivîl Mîhran Xaçatryan û Midûrê Giştî yê Şîrketa “Rêhesinê ya Kafkasya Başûr” Alêksêî Mêlînkov. 

Cîgirê wezîr bi xêrhatina mêhvanan kir û ezmûn û îmkanên ermenistanê yên barkirina bar ji Ermenistanê bi Rûsiya, Gûrcistan û Awropayê pêşkêş kir û tekîd kir ku di demek nêzîk de 2 kompaniyên ezmanî yên Ermenistanê dê veguhestina barhilgirên ezmanî pêk bînin û hikûmet jî kar li ser wê yekê dike ku veguhestina kargoyê bi ferîbotan li ser Deryaya Reş. 

Stîv Allên projeya “Deriyên Kafkasyaya Başûr” ku bi mebesta zêdekirina veberhênanên li herêmê ye, pêşkêş kir û bal kişand ser îmkanên veguhestina bilez ya xwarinên ku zû xîrav dibin. 

Alêksêî Mêlînkov, ji aliyê xwe ve, da zanîn ku veguhestina kelûmelên zû xiravbûnê bi rêya hesinî da mimkun be dema ku pirsgirêkên danasîna stokên gerokê yên pispor û pergala sarincê ya guncaw çareser bibin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button