Bi piştgiriya Wezareta Perwerde, Zanist, Çand û Sporê ya Ermenîstanê, Orkestraya Sîmfonî ya Dewletê ya Ermenîstanê û “Weqfa Piştgiriya Çandî ya Ewropayê” dê di navbera 12-25ê Tebaxê de li Erîvanê festîvala muzîkê ya navneteweyî ya “Symphonîc Yerevan” li dar bixin. Ev proje ji aliyê Şaredariya Êrîvanê, Filarmoniya Dewletê ya Ermenîstanê, Muze-Enstîtuya Komîtas ve jî tê destekkirin.
Hezkiriyên muzîka ermenî û her weha mêvanên bajêr, dê di navberên rêkûpêk de bi menuya ducarî ya dewlemend, firsenda guhdarîkirina 14 konserên odeyî û senfonî bikin.