All NewsTop

Ararat Mîrzoyan û nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li ser reformên tenduristiyê yên li Ermenîstanê nêrînên xwea gotûbêj kirine 

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan 3’ê Tebaxê pêşwazî li nûnerê nû yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya li Ermenîstanê Cîhan Tavîlah kirîe ji bo gihandina nameya pejirandinê. 

Weke ku Wezareta Karên Derve ji Armenpress re ragihandîe, Ararat Mîrzoyan xebatên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya li Ermenîstanê bilind nirxandîe û spasiya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kir ku di têkoşîna li dijî COVID-19 û derbaskirina encamên pandemiyê de piştgirî daye. 

Li ser reformên tenduristiyê yên li Ermenîstanê û di vî warî de bi Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re hevkarî kirin. Ararat Mîrzoyan bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Ermenîstanê ji bo berdewamkirina baştirkirina kalîteya jiyana gelê Ermenistanê, di nav de bilindkirina kalîteya tenduristiyê jî gavên zelal diavêje. 

Di hevdîtinê de Wezîr Mîrzoyan her wiha bal kişande ser kêşeyên mirovî yên ji ber şerê 44 rojî derketiye û bi taybet li ser beşdarbûna rêxistinên pispor ên navdewletî di çarçoveya çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê de tekezî li ser wê yekê kir. 

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button