Adrbêcan gere qedrê borcê xweye ort’emiletîyêye qebûlkirî bigre- bi mîaserkirina niqitkê hima xweye qolkirî. Derheqa vê yekêda destpêbûna r’ûniþtina h’ökömetêda Nîkol P’aþînyanê serekwezîrê Ermenîstanê got- bi xeverdana derheqa van r’ojê xilazîyê tûjbûna h’alda.
Bi gotna P’aþînyan- ew borcdarî evin:
*Mewcûdîya yektîya QÇ’ qebûlke
*Qedrê mewcûdîya xeta hevsûbûnêye QÇ’-da bigre
*Qedrê mewcûdîya sivdera Laçînê bigre, k’îjan înstîtûta p’evgirêdana t’ev Ermenîstanêye hereferze
P’aþînyan da k’ivþê, weêkî Ermenîstanê t’emamîya borcê xweye qebûlkirî qedandîye. Ewê r’esmî e’lamkirîye- Arsaxêda qölixçîyê CE-ye e’skerîyê t’inene.
Serewezîr e’lamkir, wekî nenihêr’î vê gavê þer’ê çapik pêþda naçe, lê h’alê opêratîv didûmîne bêh’ed sert bimîne.
Bi paþdavegr’andina ser t’êma mandata p’are’skerê T’Û-êyî e’dlayîp’arêzîyê- P’aþînyan got, wekî Ermenîstan ç’e’vnihêr’îye, wekî her cêr’ibandineke t’er’ibandina xeta hevsûbûnê QÇ’-da hindava p’are’skeerê T’Û-êyî e’dlayîp’arêzîyêda wê bê r’awestandinê, lê binp’arê adrbêcanîye ij xeta hevsûbûnê höndör’ wê bêne derxistinê.
Bi gotna wî- qolê CE û T’Û seva seranser mîaserkirina wê mandatê bese.
Endamê h’ökömetê îro bi ker’-lalîya deqekê qedrê bîranîna qölixçîyê e’skerîyêye dest e’melê Adrbêcanêye e’skerîyê þeh’îdbûyî girtine.