EconomicsTop

Yekîtiya Ewrûpayê wê 14,2 milyon euro di çarçoveya alîkariyê de bide Ermenîstanê

Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya bernameyên piştgiriya butçeya “Piştgiriya ji bo reformên sektora dadmendiya Ermenîstanê” û “Peymana Ermenîstanê ya li hemberî Kovîd-19ê” de 14,2 mîlyon euro ji Komara Ermenîstanê re da.

Wekî ku ji Armenpressê re ji ofîsa Yekîtiya Ewropî ya Ermenîstanê ve hate ragihandin, biryara erêkirina veguheztinê li gorî encamên erênî yên nirxandina pêşkeftinê di rêwerzên sektora bijartî de hate girtin: îstîqrara makroekonomîk, birêvebirina darayî ya giştî û zelalbûna butçeya dewletê.

“Ev veqetandin encama hevkariya serketî ya di navbera Yekîtiya Ewropî û Hikûmeta Ermenîstanê de ye û pabendbûna Hikûmetê ya ji bo xilasbûna ji encamên pandemiyê nîşan dide.” Serokê Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê bayloz Andrea Vîctorîn diyar kir.

“Hikûmeta Ermenîstanê hevkarîya bi bandor a bi Yekîtiya Ewropayê re ku armanca wê zêdekirina berxwedana aborî ya Ermenîstanê û li welêt e xurtkirina demokrasî û serweriya hiqûqê, pir dinirxîne:” got alîkarê serokwezîrê Ermenîstanê Mher Grîgoryan .

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button