PoliticsTop

Ermenîstanê li dijî Azerbeycanê giliyeke nû ya temam a navdewletî pêşkêşî DMME ê kir

Di 27ê tîrmehê de, Ermenîstanê giliyek nû ya navdewletî ya temam li dijî Azerbaycanê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir. Ev ji aliyê nûnerê Komara Ermenîstanê ya Karûbarên mafî yên Navneteweyî ve hat ragihandin.

Di giliyê navborî de, di nav yên din de, behsa binpêkirina mafên xelkê sivîl di encama êrişên Azerbaycanê de li ser gundên Xramort û Parûx ên Komara Artsaxê di sala 2022an de hatiye kirin, tehdîdên rastî yên Azerbaycanê li ser xelkê gundên sînorî yên Komara Artsaxê û herwiha bûyerên bikaranîna hêzê ji aliyê hêzên çekdar ên Azerbaycanê ve li dijî xelkê sivîl ên Komara Artsaxê di salên 2021-2022an de, di encama ku mafê jiyana mirovan hat binpêkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button