CultureTop

Daristana “Xosrov” û parka “Dilîjan” di lîsteya pêşniyarên “Forbes”ê de cih digirin

Di nav ecêbên xwezayî yên Ermenîstanê de, rezerva dewletê ya daristana ” Xosrov” û parka neteweyî ya “Dîlîjan” di lîsteya cihên geştyarî yên bijarte yên ku ji hêla “Forbes” ve hatî pêşniyar kirin, cîh girtin.

Li gorî “Armenpress”, di weşana bi sernavê “Pênc ecêbên xwezayî yên balkêş ên Kafkasyayê” de, nivîskar pêşniyar dike ku ji bedewiya balkêş a parkên neteweyî û rezervên xwezayê kêfê bikin.

Di danasîna rezerva dewletê ya daristana “Xosrov” de tê destnîşankirin, ku ew di salên 300î de li ser beşek ji qada daristanê ya ku ji hêla patşa Xosrov III ve hatî damezrandin, hatiye çêkirin.

Pêşniyara paşîn di nav ecêbên xwezayî yên Ermenîstanê de parka neteweyî ya “Dîlîjan” e, ku bi daristanên mezin, faunayên resen û avahiyên sedsalî, rast di dilê Ermenistanê de dewlemend e.

“Dilîjanê gelek avahiyên olî yên dîrokî hene, di nav wan de Keşîşxaneya Haghartsîn û her wiha Goşavank, komplekseke mezin a ku nêzî 800 sal berê hatiye avakirin:” Forbes dinivîse.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button