SocietyTop

Çend welatiyên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ji bo hemwelatiya Ermenîstanê serlêdan dane ?

Di heyama sibat-hezîrana îsal de derdora 6,5 ​​hezar welatiyên Federasyona Rûsyayê pasaporta Ermenîstanê standin. Ev agahî ji aliyê Serokatiya Daîreya Têkilî û Ragihandina Giştî ya Polîsê Ermenîstanê ve hat ragihandin.

Hemwelatiyên Rûs, di meha Sibatê de 267, di meha Adarê de 1034, di Nîsanê de 1576, di Gulanê de 1712 serlêdan ji bo hemwelatîbûna Ermenîstanê dane, hejmara serlêdanan di Hezîranê de gihîştiye 1889an.

Her wiha di heyama navborî de 44 hemwelatiyên Belarusê û 8 hemwelatiyên Qazaxistanê ji bo hemwelatiya Ermenîstanê serlêdan kirin. Di heyama Sibat-Hezîranê de tu welatiyê Qirgizîstanê hemwelatiya Ermenîstanê nestandye.

Berî naha polîs ragehandibû ku, kar û barên dezgeha pasaport û vîzeya ser bi Polîsa Ermenîstanê di heyama 1ê Hezîrana îsal heya 19ê Tîrmeha îsal li gorî sala borî ji sedî 60 zêde bûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button