All NewsTop

Wezareta Tenduristiyê da zanîn ku heta niha 2 milyon û 229 hezar û 502 derziyên li dijî Kovîd-19ê hatine kirinê 

Wezareta Tenduristiyê ya Ermenîstanê da zanîn ku pêvajoya derzîlêdana li dijî vîrusa koronayê berdewam dike. 

Hat destnîşankirin ku heta niha 2 milyon û 229 hezar û 502 derzîlêdan hatine kirin. Ji van 1 milyon û 142 hezar û 105 kesan doza yekem wergirtin, milyonek û 018 hezar û 858 kes bi temamî hatin derzîkirin û 63 hezar û 677 welatiyan jî doza zêde wergirtin. 

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button